Feydeyên Ji Bo Pêşveçûna Zarokan: Demsala havînê ji bo pêşveçûna giştî ya zarokan jîngehek fêrbûna xwezayî ya bêhempa ye. Bezîna li ser qûmê û tevgera di nav avê de, rasterast jêhatîbûnên motorên mezin, hevsengî û koordînasyona masûlkeyên zarokan xurt dike. Lîstikên serbest ên bi av û qûmê, pêşveçûna hestyarî piştgirî dikin. Her weha ev demsal; ji bo xurtkirina hişmendiya paqijiyê, bikaranîna melhema tavê û vexwarina avê derfetek baş e. Parvekirina zebeşan bi hevalan re jêhatîbûnên civakî pêş dixe, û neavêtina zibilan li erdê hişmendiya parastina xwezayê fêr dike. Hûn dikarin bi vê strana me ya dilşad hem kêf bikin hem jî pêşveçûna zarokên xwe piştgirî bikin.
Guhdarî Stranê Bikin: https://www.youtube.com/watch?v=ByDTtag-lXA
Gotinên Stranê:
Havîn hat... Havîn hat...
Havîn hat, bazde Gola Wanê!
Pêl dilîzin li Gola Urmiyê,
Şip û şap li ava Zapê,
Haydê em xwe bavêjin avê!
Haydê Zarokno!
Melhema tavê bi min re ye,
Şûşeya avê di tûrê min de.
Dema tav germ dide,
Keyfa xwe bide hemû dinyayê!
Keyfa xwe bide hemû dinyayê!
Havîn hat, bazde Gola Wanê!
Pêl dilîzin li Gola Urmiyê,
Şip û şap li ava Zapê,
Haydê em xwe bavêjin avê!
Haydê Zarokno!
Zebeşê dendik reş e,
Parve bike bi hevalên xwe re!
Zibil neavêje erdê,
Parastina xwezayê peywira min e!
Parastina xwezayê peywira min e!
Havîn hat, bazde Gola Wanê!
Pêl dilîzin li Gola Urmiyê,
Şip û şap li ava Zapê,
Haydê em xwe bavêjin avê!
Haydê Zarokno!
Haydê em xwe bavêjin avê!