Ev teza lîsansa bilind, li gorî nêrînên mamosteyên ku li Enqereyê di dibistanên seretayî yên giştî de dixebitin, guncaubûna bîna û baxçeyên dibistanan bi mafên jiyan, pêşketin, fêrbûn û lîstikê yên zarokan re vedikole. Her çend bernameyên perwerdehiyê bi domdarî tên nûkirin jî, nikaribûna avahiyên perwerdehiyê ya li gorî van guhertinan, wekî yek ji pirsgirêkên bingehîn ên dibistanan derdikeve pêşberî me. Gelek girîng e ku bîna û baxçeyên dibistanan bi kalîteyek wisa bin ku bikaribin hewcedariyên fîzîkî û giyanî yên zarokan pêşwazî bikin. Ev lêkolîn armanc dike ku di ronahiya nêrînên mamosteyan de van kêmasiyan bi hûrgulî derxe holê.
Nimûneya lêkolînê, ji 362 mamosteyên ku di sala perwerdehî-hîndekariyê ya 2013-2014an de li dibistanên seretayî yên giştî yên li Enqereyê dixebitîn pêk tê. Daneyan, bi bikaranîna "Pîvana Diyarkirina Nêrînên Mamosteyên Dibistana Seretayî Yên Li Ser Guncaubûna Bîna Û Baxçeyên Dibistanan Bi Mafên Zarokan Re" ku ji aliyê lêkolîner ve hatiye pêşxistin, hatine berhevkirin. Daneyên ku hatine bidestxistin, bi bernameya SPSS 18.00 hatine analîzkirin.
Li gorî encamên ku di xebatê de hatine bidestxistin, mamoste diyar dikin ku di alavên bîna û baxçeyên dibistanan de kêmasiyên cidî hene. Bi taybetî hatiye tespîtkirin ku firehî û mezinahiya odeya wênesaziyê, odeya muzîkê, muzexane, salona merasîm û konferansê, qadên bêhnvedanê û odeya alîkariya destpêkê ne têrker in. Dibistan, di pêşwazîkirina standardên paqijî, hîjyen û ewlehiyê de jî kêm dimînin. Hatiye dîtin ku zemînên bînayên dibistanan, korîdor û derenceyên wan ji aliyê tenduristî, bikêrhatîbûn û ewlehiyê ve ne guncaw in. Baxçeyên dibistanan jî ji wan derfetên ku dikarin bibin alîkarê perwerdehî û hîndekariyê bêpar in; tê diyarkirin ku ew tenê ji bo hewcedariyên bisînor ên wekî lîstik û bêhnvedanê ne û qada ku dikeve serê her xwendekarekî ne têrker e. Encam her wiha nîşan didin ku bînayên dibistanan ji bo guncaubûna bi mafê pêşketina fîzîkî û giyanî ya zarokan re jî kêm in. Bi taybetî di warê firehbûn, reng û girtina ronahiyê ya hawîrdora polan de kêmasiyên mezin hene. Tişteke balkêş ew e ku mamosteyên xwedî ezmûn ên di navbera temenê 50-59an de, li gorî mamosteyên ciwan ên 20-29 salî, bîna û baxçeyên dibistanan di warê ewlehî û tenduristiya zarokan de guncaubtir dinirxînin.
Di çarçoveya van encaman de, tê pêşniyarkirin ku dev ji avakirina bînayên dibistanan ên bê estetîk bê berdan û mîmariya asoyî (yatay) bê tercîhkirin. Tê destnîşankirin ku divê di dibistanan de cih ji avahiyên perwerdehiyê yên wekî polên taybet, laboratuwar, salonên piralî û muzexaneyan re bê veqetandin. Tê diyarkirin ku divê baxçeyên dibistanan li şûna beton û asfaltê bi qadên çîmenî (giya) bên sêwirandin, qadên çandina nebatan û daran bên avakirin û dîwarên hawîrdorê li şûna betona hişk bi têl û nebatên çîtê (şitlan) bên lêkirin. Ev guhertin, bi piştgirîkirina pêşketinên fîzîkî û giyanî yên zarokan dê tevkariyê li afirandina hawîrdoreke dibistanê ya pir saxlemtir bikin.
Ji bo vê xebata wê ya hêja em spasiya Özlem Özaktan dikin. Hûn dikarin bi koda 381803 bi rêya navnîşana www.tez.yok.gov.tr bigihîjin tevahiya tezê.