Îro, rola amûrên ragihandinê yên girseyî, bi taybetî jî televîzyonê, di teşekirina cîhana zarokan û diyarkirina rojeva wan de rastiyeke ku nayê înkarkirin. Di vê çarçoveyê de, naverokên xêzefîlman ku ji bo zarokan yek ji çavkaniyên herî girîng ên şahî û perwerdeyê ne, dikarin li ser pêşketinên wan ên civakî û hestyarî bandorên kûr bihêlin. Teza lîsansa bilind a bi navê "Di Xêzefîlman de Nirxên Civakî Yên Bingehîn: Mînaka Pepee û Pocoyo" ku di sala 2013an de ji aliyê Fatih Kılınç ve hatiye nivîsandin, vê bandorê bi daneyên şênber derdixe holê.
Lêkolîn, xêzefîlmên Pepee ku berhemeke Tirkiyeyê ye û Pocoyo ku berhemeke Spanyayê ye û di kanalên zarokan ên pêşeng ên Tirkiyeyê TRT Çocuk û Yumurcak TVyê de dihatin weşandin, digire bin çavê xwe. Di vê xebata ku bi rêbaza analîza naverokê hatiye meşandin de, bi giştî 50 beşên ku ji her du xêzefîlman bi awayekî rasthatî ji her yekê 25 beş hatine hilbijartin, hatine nirxandin. Analîz; bi rêya formekê di 21 kategoriyên nirxan ên cihêreng ên wekî berpirsiyarî, alîkarîxwazî, dadperwerî, xwebawerî, serokatî, dostanî, rastbêjî, sebir, rêz, xweparastin (xwe-kontrol), empatî, nirxên dînî, qaîdeyên civakî û exlaqî, qederperestî, baweriyên betal, guhdarîkirina mezinan, ferdperestî, nirxên neteweyî û hezkirina heywanan de hatiye pêkanîn. Derbasdarî û pêbaweriya xebatê jî, bi korelasyona bilind a di navbera vekolînên ku ji aliyê sê pisporên cihêreng ve hatine kirin de tê piştgirîkirin.
Encamên xebatê nîşan didin ku ev xêzefîlmên ku aîdî du şîrketên hilberînê yên cihêreng in, nirxên cihêreng pêşkêşî zarokan dikin. Hem di xêzefîlma Pepee hem jî di ya Pocoyoyê de peyamên pêşxistina berpirsiyarî, serokatî, xweparastin, empatî û qaîdeyên civakî bi rêjeyeke wekhev cih digirin. Lê belê di hin nirxan de cudahiyên girîng derdikevin pêş.
Xêzefîlma Pocoyo; nirxên gerdûnî yên wekî alîkarîxwazî, dostanî, rastbêjî û sebrê li gorî Pepeeyê zêdetir derdixe pêş. Wek mînak, dema ku peyamên alîkarîxwaziyê di Pocoyoyê de bi rêjeya %61 in, ev rêje di Pepeeyê de %39 e. Yek ji encamên herî balkêş ew e ku; peyamên ku hesta dadperweriyê, qaîdeyên exlaqî û ferdperestiyê piştgirî dikin, tenê di Pocoyoyê de hatine tespîtkirin.
Ji aliyê din ve, Pepee jî nirxên xwe yên taybet radixe ber çavan. Peyamên pêşxistina hesta xwebaweriyê di Pepeeyê de %58 in, di Pocoyoyê de %42 ne. Peyamên hesta rêzgirtinê jî di Pepeeyê de (%67) li gorî Pocoyoyê zêdetir in. Her wiha, hatiye tespîtkirin ku Pepee cih dide peyamên ku nirxên neteweyî pêş dixe (%100) lê di Pocoyoyê de peyamên bi vî rengî nînin. Ev encam, ji ber ku Pepee berhemeke xwemalî (navxweyî) ye pêk tê.
Wekî encam ev lêkolîn derdixe holê ku, xêzefîlmên ku zarokên pêşdibistanê lê temaşe dikin, ji hêla perwerdehiya nirxan ve peyamên dewlemend û cihêreng dihewînin. Gelekî girîng e ku dê û bav û perwerdekar, naverokên ku zarok lê temaşe dikin bi hişmendiyeke mezin hilbijêrin û bi nirxandina van naverokan a bi wan re, piştgiriyê bidin pêşketina wan.
Ji bo vê xebata wî ya hêja û berawirdî em spasiya Fatih Kılınç dikin. Hûn dikarin bi koda 345036 bi rêya navnîşana www.tez.yok.gov.tr bigihîjin tevahiya tezê.