Serdema zaroktiya zû, yek ji qonaxên herî dînamîk û bilez ê pêşketina zarok e. Derengketinên pêşketinê an jî rîskên derengketinê yên ku di vê serdemê de mirov dikare rû bi rû bimîne, bi pratîkên mudaxeleya pêşwext (zû) dikarin dakevin asta herî kêm. Teza doktorayê ya Çiğdem Aytekin a bi navê "Pêşxistina Bernameya Mudaxeleya Pêşwext a Li Ser Bingeha Malê: Xebateke Bûyerê", di vî warî de valahiyeke girîng tije dike û bandoriya bernameyên li ser bingeha malê bi rêya bûyerekê vedikole.
Tez, di sala 2014an de di bin banê Enstîtuya Zanistên Tenduristiyê ya Zanîngeha Hacettepeyê de hatiye temamkirin. Armanca bingehîn a xebatê ew e ku, bandorên bernameya mudaxeleya pêşwext a pêşketinê ya li ser bingeha malê ku bi sûdwergirtina ji nêzîkatiya li ser bingeha çalakiyê hatiye pêşxistin, li ser pêşketina zarokekî 18 mehî ku derengketina wî ya pêşketinê / rîska derengketinê heye, derxe holê. Xebat, xebateke bûyerê ye ku bi modela rêzeya demê hatiye meşandin. Di pêvajoya berhevkirina daneyan de amûrên wekî Envantera Nirxandina Pêşketinê ji bo Zarokên 0-36 Mehî (H.Ü. ÇGB 0-36 Ay ÇGDE) ya Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Hacettepeyê û Testa Skanandina Pêşketinê ya Denver II hatine bikaranîn.
Encamên lêkolînê nîşan didin ku bernameya pêşxistî, di asta pêşketinê ya zarokê ku beşdarî lêkolînê bûye de pêşveçûneke berçav pêk aniye. Bi grafîkan hatiye nîşandan ku zarokê ku beriya sepanê di jêhatîbûnên motor, ziman, bîreyî (kognîtîf), civakî-hestyarî û xweparastinê (xwebinêrîn) de kêmasî nîşan dida, piştî sepandina bernameyê di van qadan de destkeftiyên girîng bi dest xistine.
Yek ji encamên herî balkêş ên xebatê, dilxweşiya dayikê ya ji bernameyê ye. Dayikê diyar kiriye ku sepanên ku ew bixwe beşdar bûye tevkariyeke erênî li pêşketina zarokê wê kiriye û wê bixwe jî fêr bûye bê ka dê çawa li hemberî zarokê xwe tevbigere. Her wiha hatiye destnîşankirin ku bernameyê hestên bêsebirtî û kêmasiyê yên dayikê kêm kiriye û alîkariya wê kiriye ku fêrî sebirkirinê bibe. Ev bertekên erênî yên dayikê, girîngiya beşdariya malbatê ya di bernameyên li ser bingeha malê de piştgirî dike. Hevdîtinên ku bi dayikê re hatine kirin nîşan didin ku bernameyê têkiliyên di navbera endamên malbatê de xurt kiriye û bav jî bi dîtina pêşveçûnên di pêşketina zarokê xwe de, zêdetir tevlî pêvajoyê bûye.
Tez, wan tespîtan jî piştgirî dike ku xebatên mudaxeleya pêşwext û rêziknameyên qanûnî yên ji bo koma temenê 0-3 salî li Tirkiyeyê têrnakin. Ev rewş, wekî yek ji sedemên bingehîn ên wê derengketinê tê nîşandan ku di teşxîskirina zû ya paşvemayîna pêşketinê ya zarokê beşdarî lêkolînê bûye de pêk hatiye. Lêkolîn, pêşniyarên girîng ên wekî avakirina yekeyên şopandina pêşketinê û mudaxeleya pêşwext di nava nexweşxaneyan de û girtina roleke çalak a pisporên pêşketina zarokan di van yekeyan de dike.
Wekî encam ev xebat; bi daneyên zanistî îsbat dike ku bernameyên mudaxeleya pêşwext a li ser bingeha malê, bi taybetî di qadên bîreyî, motor, ziman û civakî-hestyarî de dikarin tevkariyên girîng li pêşketina zarokan bikin. Beşdariya çalak a malbatan a di pêvajoyê de û bikaranîna hawîrdora xwezayî wekî derdoreke fêrbûnê, di serkeftina van bernameyan de roleke krîtîk dilîze.
Ji bo vê xebata wê ya hêja em spasiya Çiğdem Aytekin dikin. Hûn dikarin bi koda 366067 bi rêya navnîşana www.tez.yok.gov.tr bigihîjin tevahiya tezê.