Serdema pêşdibistanê, konaxeke krîtîk e ku tê de bingehên pêşketina civakî û hestyarî yên zarokan tên avêtin. Reftarên êrîşkar ên ku di vê serdemê de tên dîtin, ne tenê dibin sedema pirsgirêkên demkî, di heman demê de dikarin bibin nîşaneya pirsgirêkên ciddîtir di temenên pêş de. Teza masterê ya Habibe Ay ya ku di sala 2017an de pêk aniye, reftarên êrîşkar ên zarokên di serdema pêşdibistanê de ji nêrîna dê û mamosteyan bi hûrgilî vedikole.
Lêkolîn, bi daneyên hejmarî yên ji 151 zarokên li navçeya Küçükçekmece ya Stenbolê hatine berhevkirin û bi daneyên kalîteyî yên ji 24 dê û 11 mamosteyan hatine wergirtin, hatiye meşandin. Ev nêzîkatiya berfireh, hiştiye ku li ser reftarên zarokan ên di hawîrdorên mal û dibistanê de nirxandineke giştî bê kirin. Di çarçoveya xebatê de reftarên êrîşkar ên fîzîkî, pêwendîdar (nerasterast) û devkî hatine destgirtin.
Encamên hejmarî yên lêkolînê, radixin ber çavan ku reftarên êrîşkar li gorî guherbara zayendê cudahiyeke watedar nîşan didin. Asta êrîşkariya lawikan ji ya keçan zêdetir e. Ev encam; bi sedemên wekî meyla lawikan a ji bo bikaranîna hêza fîzîkî, pejirandina van cure reftaran ji aliyê malbat û hevalan ve û modelgirtinê, dikare bê ravekirin. Daneyên kalîteyî jî bi piştgirîkirina vê rewşê nîşan didin ku bi taybetî êrîşkariya fîzîkî ya wekî lêdan, pehîn avêtin û paldan û her wiha reftarên êrîşkar ên devkî yên wekî deng bilindkirin û tinazkirin, di zarokên kur de pirtir tên dîtin. Lê belê, li gorî encamên lêkolînê asta êrîşkariya zarokan; li gorî guherbarên wekî asta perwerdehiya dê, hejmara xwîşk û birayan û rêza jidayikbûnê cudahiyeke watedar nîşan nade. Ev rewş, dide fikirandin ku di rewşên ku dêûbav bi zarokên xwe re têkiliyeke dadperwer û saxlem ava dikin de, dibe ku ev faktor li ser êrîşkariyê rasterast bandorekê nekin.
Dema ku sedemên reftarên êrîşkar tên vekolîn, modelgirtin, têgihiştina reftarê wekî lîstik û pêknehatina xwestekan di nava rewşên herî zêde tên dîtin de cih digirin. Her wiha, hatiye tesbîtkirin ku di zarokên ku dema wergirtina perwerdehiya wan a pêşdibistanê 7-12 meh e, reftarên êrîşkar ên devkî li gorî demên din pirtir tên dîtin. Ev encam, dikare bi wê yekê re bê têkildarkirin ku zarokên di vê temenê de bi fêrbûna îfadeyên nû û bi pêşketina jêhatîbûnên zimanî, meyl dikin ku van îfadeyan bêyî ku wateya wan bi temamî zanibin bikar bînin.
Li hemberî êrîşkariya ku zarok nîşan didin, bertekên dê û mamosteyan jî cihêreng in. Bi gelemperî rêbazên wekî axaftin, ravekirin û cezakirin tên bikaranîn; lê mamoste bi awayekî cihêreng serî li rêbazên wekî hevdîtina bi dêûbavan re û lidarxistina çalakiyan jî didin.
Ev lêkolîn, destnîşan dike ku ji bo pêşîlêgirtina êrîşkariyê di serdema pêşdibistanê de, divê dêûbav û perwerdekar bi hevkariyê bixebitin. Fêrkirina jêhatîbûnên rêveberiya hêrsê û pêwendiya saxlem ji bo zarokan, xurtkirina reftarên wan ên erênî û ji bo wan bûn modelekî baş, ji bo kêmkirina van reftaran rêyên herî bibandor in.
Ji bo vê xebata wê ya hêja em spasiya Habibe Ay dikin. Hûn dikarin bi koda 460767 bi rêya navnîşana www.tez.yok.gov.tr bigihîjin tevahiya tezê.